Sedir çend rojan moletê dide Hikûmetê

Rêberê Şepêla Sedir Muqteda Sedir çend roj molet da Hikûmeta Iraqê, daku pirsgirêkên av û elektirîkê çare bike.

K24 - Navenda Nûçeyan

Rêberê Şepêla Sedir Muqteda Sedir çend roj molet da Hikûmeta Iraqê, daku pirsgirêkên av û elektirîkê çare bike.

Muqteda Sedir li ser Twittera xwe nivîsiye, Iraq û welatiyên Iraqî, baca piştevanîkirina min didin, piştî ku eniya çaksaziyan di hilbijartinan de serketin bidest xist û tekez kir, ku ew beramberî sizadana alîgirên xwe bê deng namîne. 

Sedir bal kişand ser wê yekê, ku pirsgirêka av û elektirîkê xelkê Iraqê dilgiran kirye û diyar kir, ku tenê çend roj molet bi Hikûmetê re heye daku çareyekê ji vê pirsgirêkê re bibîne.

Ev çend roj in pirsgirêka kêmbûna av û elektirîkê li parêzgehên başûr û navenda Iraqê serî hildaye û rojane xwepêşandan li dijî vê rewşê tên kirin.

N.O