Serok Barzanî: Kurd li ber roniya sê perensîpan beşdarî hikûmeta dahatî ya Iraqê dibe

Serok Barzanî di civînekê ligel Balyozê Fransa yê li Iraqê Bruno Aubert û Konsolê Giştî yê Fransa li Hewlêrê Dominique Masse de ragihand, beşdariya aliyên siyasî yên Kurdistanê di hikûmeta dahatî ya Iraqê de li ser sê perensîpên sereke dibe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serok Barzanî di civînekê ligel Balyozê Fransa yê li Iraqê Bruno Aubert û Konsolê Giştî yê Fransa li Hewlêrê Dominique Masse de ragihand, beşdariya aliyên siyasî yên Kurdistanê di hikûmeta dahatî ya Iraqê de li ser sê perensîpên sereke dibe.

Serok Barzanî îro li Selahedîn ligel ligel Balyozê Fransa li Iraqê Bruno Aubert û Konsolê Giştî yê Fransa li Hewlêrê Dominique Masse civiya û derbarê pirsa siyasî ya Iraqê û qonaxa piştî hilbijartinan û beşdariya aliyên siyasî yên Kurdistanê de tekezî li wê kir, berçavgirtin û cibicîkirina her sê perensîpên hevbeşî, lihevkirin û hevsengiyê di dosyaya siyasî, birêvebirin, aborî û ewlehiyê de pêşîneyên sereke ne û hûrgiliyên din di proseya siyasî ya Iraqê de dibe li ber roniya wan her sê perensîpan be.

Civîna Serok Barzanê ligel  Balyozê Fransa yê li Iraqê û Konsolê Giştî yê Fransa li Hewlêrê
Civîna Serok Barzanê ligel Balyozê Fransa yê li Iraqê û Konsolê Giştî yê Fransa li Hewlêrê

Di hevdîtinê de, Balyozê Fransa yê li Iraqê ji bilî gihandina silavên Serokê Fransa û Wezîrê Derve yê wî welatî bo Serok Barzanî, pîrozbahî li serkeftina lîsta Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) kir.

Bruno Aubert hêvî jî xwast ku Herêma Kurdistanê beşdariya çalak di proseya siyasî ya Iraqê de bike li ser binemaya destûrê û divê Iraqî jî rêzê li daxwaz û hêviyên gelê Kurdistanê bigirin.

Herwiha amaje bi rola bibandor û yekalîker ya Serok Barzanî di pêşeroja proseya siyasî ya Iraqê de da. Ew jî nîşan da, ku welatê wî amade ye hevkar be ji bo dahatiya Iraqê û avadankirina Kurdistanê.

Ji aliyê xwe ve, Serok Barzanî spasiya helwesta serok, gel û hikûmeta Fransayê ya li hember gelê Kurdistanê kir û bi helwesteke hevsengî binav kir, ku ev yek jî ji gelekî ku xwedî şaristaniyet û perensîpên mirovsalarî ye tê çaverêkirin. Amaje bi wê jî da, ku di hemû qonaxan de gelê Kurdistanê xwe bi dostê nêzîk ê gelê Fransayê dizane.

Metirsiyên serîhildana terorê li Iraqê tewerekî din ê wê civînê bû û her du aliyan jî li ser wê yekê hevnerîn bûn ku ji bo proseya siyasî û pêşhatên Iraqê de di şêwir û pêwendiyan de berdewam bin.

 

S. B