Grûpên çekdar dest datînin ser malên Cindirêsê
Li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê binpêkirinên grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve her diçe li dijî Kurdan zêdetir dibin. Li bajarokê Cindirêsê jî grûpên çekdarên destê xwe datînin ser mal û milkên welatiyên koçber û gefan li Encûmena Sivîl a wî bajarokî jî dixwin.
K24 – Navenda Nûçeyan

Encûmena Sivîl a Bajarokê Cindirêsê li ser hejmara xwe ya tûra civakî “facebook” belav kir, endamên wê encûmenê daxwaz ji çekdarên opozîsyonê kirine ku destên xwe danenin ser ji mal û milkên welatiyên Cindirêsê yên koçber, lê wan çekdaran gef li endamên wê encûmenê xwarine.
Da zanîn jî, ji bo wê mijarê ew ligel hin efserên Tirk civiyane û raportek derbarê binpêkirinên grûpên çekdar û destdanîna li ser mal û milkên xekê Cindirêsê ji Waliyê Hatayê re rakirine.
Bajarokê Cindirêsê ku bi tundî ji aliyê topxane û firokeyên artêşa Tirkiyê ve hatibû bombebarankirin, hejmarek mezin ji welatiyan jê derbiderî Nubil, Zehra û navçeyên bakurê Helebê bûbûn.
Di demên dawî de jî xelkê wî bajarokî dixwazin vegerin ser mal û milkên xwe, lê ji aliyê rêbendên çekdarên opozîsyonê ve rastî astengiyan tên, lê tevî wê jî beşek mezin gihîştiye Cindirêsê.
Piştî dagîrkirina Efrînê di 18ê Adara bûrî de ji aliyê artêşa Tirkiyê û çekdarên opozîsyona Sûriyê ve, grûpên çekdar dest bi dizî û talankirina mal û milkên welatiyên Efrînê kirine û dest danîne ser hejmarek mezin ji mal û avahiyan û xelkê navçeyên cuda yên Sûriyê li şûna Kurdan bicih dikin.
S. B