Bijîşkên Kurd û Nemsayê alîkariya zarokên nexweş ên koçber dikin
Serokê Rêxistina Bizîşkên Kurd û Nemsayê Dr. Bêkes Derwîş ragihand, projeyeke wan a xizmetkirina koçberên li Herêma Kurdistanê heye.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê Rêxistina Bizîşkên Kurd û Nemsayê Dr. Bêkes Derwîş ragihand, projeyeke wan a xizmetkirina koçberên li Herêma Kurdistanê heye.
Dr. Bêkes Derwîş derbarê wê projeyê de ji K24ê re da zanîn, projeya dahatî ya rêxistina wan ji bo çareserkirina nexweşiya zarokên koçber ên Herêma Kurdistanê ye.
Di dawî serdana Dr. Bêkes Derwîş bo Herêma Kurdistanê, bireke mezin ji derman û pêwîstiyên bijîşkî bi xwe re aniye û tevahiya wan hevkariyan radestî Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî kiriye, ji bo li ser koçberan belav bike.
Di wê çarçovê de, Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî Mûsa Ehmed ji K24ê re got, di vê şert û mercên ku hevkariyên navdewletî kêm bûne de, gihandina komek ji derman û hevkariyên tenduristî ji koçberan re, karekî girîng e û hevkariyeke mezin e.