Berpirsê Pêwendiyên derve yê Şepêla Pêşeroja Kurdî li Sûryê hat revandin
Şepêla Pêşeroja Kurdî li Sûryê: Em beramberî her ziyanekê li ser jiyana Ebdilhemîd Temo, PYDê berpirs dibînin.
K24 - Navenda Nûçeyan
Duh berpirsê pêwendiyên derve yê Şepêla Pêşeroja Kurdî li Sûryê Ebdilhemîd Temo, li gundekî Rojavayê Kurdistanê ji aliyê girûpeke çekdar ve hat revandin.
Navenda ragihandinê ya Şepêla Pêşeroja Kurdî di daxuyaniyekê de got: Dema ku berpirsê pêwendiyên derve yê Şepêla Pêşerojê Ebdilhemîd Temo, ji bajarê Dirbêsiyê ber bi mala xwe ve li gundê Cenaziyê ve diçû, duh demjimêr şeş û nîvê êvarî ji aliyê girûpeke çekdar ve hat revandin.
Di daxuyaniya wê partiya Kurdî de hatiye: Revandina Temo di çarçoveya zincîreya girtin û revandina çalakvan û serkirdeyên Encûmena Niştimanî Kurdî de tê û em beramberî her ziyanekê li ser jiyana Temo, PYDê berpirs dibînin.
Herwiha Şepêla Pêşeroja Kurdî daxwaz kir, ku PYDê çarenivîsa Temo diyar bike û ji siyaseta (Terorê) li dijî kadir û serkirdeyên Şepêla Pêşeroja Kurdî li Sûryê dûrkev.
N.O