Çawîşoglû: Wezîrekî Kurd zanyarî li ser pêwendiyên YNKê li gel PKKê dane min
Çawîşoglû: Ji ber ku YNK bi rêxistineke terorîst, wekî PKKê re hevkarî kiriye, niha ew jî rastî rewşeke xirab hatiye.
K24 - Navenda Nûçeyan
Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlûd Çawîşoglû ragihand, ku girûpek di nava Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê YNKê de, piştevaniya PKKê dike.
Çawîşogû li bajarê Antalyayê, di kongirekî rojnamevanî de eşkere kir, ku Wezîrekî Herêma Kurdistanê, ku endamê YNKê ye, ji wî re gotiye: Girûpek di nava YNKê de, piştgiriya PKKê dike.
Herwiha wî berpirsê YNK ji Çawîşoglû re gotiye: Em li dijî wê komê ne û em baca piştgiriya wan ji PKKê re didin. PKK gefan li rêveberiya YNKê dike û fermanan dide.
Çawîşoglû got jî: Ji ber ku YNK bi rêxistineke terorîst, wekî PKKê re hevkarî kiriye, niha ew jî rastî rewşeke xirab hatiye.
Bi sedema binketina operasyoneke MÎT a Tirkiyê li bajarokê Dukan di havîna 2017an de, pêwendiyên di navbera Tirkiyê û YNKê de aloz bûn û ji ber heman sedemê, di 23yê Tebaxa 2017an de, Tirkiyê nûnerê YNKê li Enqera bider kir.
Li gorî raporên rojnamevanî, operasyona MÎTê bi armanca revandina berpirsekî pile bilind yê PKKê bû, ku wî berpirsê PKKê, ji bo çarekirina nexweşiya piştê, serdana bajarokê Dukan kiribû, lê bi sedema derxistina zanyariyan, ew operasyon biser neket û sê kes, ku du ji wan ser bi dezgeha hewalgiriya Tirkiyê (MÎT)ê ve ne û bi riya firîngeha Silêmaniyê hatibûn Herêma Kurdistanê, ji aliyê PKKê ve hatin girtin û dîmenên vîdyoyî li ser mikurhatina wan, di medya PKKê de hatin belavkirin.
N.O