Serok Barzanî: Em bizava çarekirina kêşeyan di nav Hewlêr û Bexdayê de dikin

Serok Barzanî: Derfeteke nû ji bo çarekirina pirsgirêkan hatiye û pêwîst e gellekî bi zelalî kar bi pirensîpên hevpariyê û lihevhatinê û hevsengiyê bê kirin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Serok Barzanî ragihand, ku derfeteke nû ji bo çarekirina pirsgirêkan hatiye û pêwîst e gellekî bi zelalî kar bi pirensîpên hevpariyê û lihevhatinê û hevsengiyê bê kirin.

Serok Barzanî li ser Twittera xwe nivîsiye: Piştî birêveçûna hilbijartinên  Perlemana Iraqê di 12ê Gulana 2018an de, tevî hebûna  gellek têbîniyan li ser awayê birêveçûna piroseya dengdanê û encamên wê, lê dibe ku rewş û derfeteke nû hatibe pêş, ji bo çarekirina pirsgirêkan. Di wê derfeta nû de, pêwîst e gellekî bi zelalî kar bi pirensîpên hevpariyê û lihevhatinê û hevsengiyê bê kirin, neku mîna berê, aliyek bi tena xwe biryarê li ser piroseya siyasî û rêvebirina Iraqê bide.

Herwiha Serok Barzanî nivîsiye: Di bin siya wan pirensîpan de, em di bizaveke ciddî de ne, daku em aliyên serekî bigehînin encamekê û em di wê baweriyê de ne, ku pêbendiya bi wan pirensîpan, wê bibe sedema çarekirina yekcarî ji pirsgirêkên di nav Hewlêr û Bexdayê de û dibe çareyek ji piroseya siyasî ji Iraqê re bigiştî.

N.O