Diplomatkarek Amerikî bû Serokê Zanîngeha Amerikî-Kurdistan li Dihokê
John K. Menzies, ku balyozê Amerika li Bosnayê, herweha berpirsê Nûneratiya Amerika li Kosovo, li çendîn welatên Ewrûpayê jî,karûbarê diplomasiyê kiriye, wekî Serokê Zanîngeha Amerikî-Kurdistanê hate destnîşankirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
John K. Menzies, ku balyozê Amerika li Bosnayê, herweha berpirsê Nûneratiya Amerika li Kosovo, li çendîn welatên Ewrûpayê jî,karûbarê diplomasiyê kiriye, wekî Serokê Zanîngeha Amerikî-Kurdistanê hate destnîşankirin.
John K. Menzies, bawernameya doktora heye û Serokê zanîngeha Graceland li wilayeta Iowa li Amerika jî bû ye. Di hevpeyvînek taybet ji Kurdistan24 re Serokê nû yê Zanîngehê dibêje: “Min ezmûnek diplomasî û akademî ya baş heye. Hêvîdar im bo Kurdistanê, dê bi sûd be. Ez dixwazim zanîngehê pêş bixim. Beşên nû vekim. Bi taybetî ya bijişkî”.
Herweha diyarkir: Ez 25 salan dîroka Kurdistanê dişopînim. Hêvîdar im, ev şopandin alîkariya min bike, bo pêşvebirina ast a Zanîngehê. Yek ji armanc û programên me ev e, ku gencên derçûyî yên Zanîngehê bi programên taybet biçin Amerika û ji bo pêşxistina karînên xwe û ji welatê xwe re bibin sûdmend. Herweha got: Min ezmûneke baş heye, li çendîn cîhên wekî Kurdistanê. Li welat û herêmên, ku mina Kurdistanê, civata xwe ya demokrasî ji nû ve pêşve dibirin. Ez balyozê Amerika li Bosna, li Kosovo jî berpirsê Nûneratiya Amerika bûm. Hêvîdar im ezmûna xwe, ji bo xizmeta Kurdistanê bikar bînim”.
C.B