PYD: Tirkiye bi alîkariya Rûsya û Îran dixwaze Kurdan li Rojhilata Navîn nehêle
Şahoz Hesen: Pirojeyê me xwedî bandoreke bihêz e û emê bizavan bikin, ku opozisyona Sûryê ji bin bandora Tirkiyê derxînin.
K24 - Navenda Nûçeyan
Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokrat Şahoz Hesen, di civînekê de li bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê got: Pirojeya me ya federaliyê, kirîza Sûryê çare dike, lê Tirkiyê naxwaze kirîz bê çarekirin û ji ber vê yekê jî dijatiya me dike û şerê pirojeya me dike.
Şahoz Hesen got jî: Çarenekirina pirsa Kurdan li Rojhilata Navîn wê bibe sedema çêbûna şerên herêmî û Tirkiyê bi piştevaniya Îran û Rûsya dixwaze Kurdan li Rojhilata Navîn tine bike.
Şahoz tekez jî kir, ku pirojeyê wan xwedî bandoreke bihêz e û ewê bizavan bikin, ku opozisyona Sûryê ji bin bandora Tirkiyê derxînin.
Berî niha jî, Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) di daxuyaniyekê deragihand, ku giring e di navbera Desteya Danûstendinan ya Opozisyona Sûryê û (Rêveberiya Xweser) de, civîn bên lidarxistin ji bo encamên Kongirê Riyad 3ê baştir bin.
PYDê di wê daxuyaniyê de diyar kir, ku tevî nebûna derfetên lidarxistina Kongirê Cinêv 9, lê pêwîst e di navbera (Rêveberiya Xweser) û Desteya Danûstendinan ya Opozisyona Sûryê de, baweriyek çêbibe ji bo lidarxistina kongirê Riyad 3.
Herwiha PYDê di daxuyaniya xwe de got: Em karin li gel tevahiya aliyên Opozisyona Sûryê kar bikin û em amade ne ji bo nêzîkirina nerînên tevahiya aliyên opozisyonê, civînekê li navçeyeke bakurê Sûryê lidar bixin.
Berî niha PYDê digot: Em ti carî li kongirê Riyadê yê Opozisyona Sûryê mikur nayên.
Herwiha PYDê Desteya Danûstendinan ya Opozisyona Sûrî bi piştevanîkirina terorîstan tometbar dikir û Opozisyona Sûryê tometbar dikir ku ser bi Tirkiyê ve ye û li gorî daxwazên Erdogan tev digire û li ser vê yekê jî gellek tomet li ENKSê jî dikir ku ew jî ser bi Tirkiyê ve ye, ji ber ku ENKS li gel opozisyona Sûryê hevpeyman e.
N.O