KCK: Me hêzên xwe ji Qendîlê nekişandiye
Koma Civakên Kurdistanê KCK: Em li hemberî her êrîşeke Tirkiyê li dijî Qendîlê amade ne û emê bersiva Tirkiyê bidin.
K24 - Navenda Nûçeyan
Koma Civakên Kurdistanê KCK radgihand, ku ew li hemberî her êrîşeke Tirkiyê li dijî Qendîlê amade ne û ewê bersiva Tirkiyê bidin.
Peyvdarê KCKê Serhat Varto ew nûçeyên ku behsa wê yekê dikin ku gerîlayên PKKê Qendîl vala kirine, red kir û got: Em li hemberî her core êrîşeke Tirkiyê amade ne. Her operasyonek li dijî Qendîlê, wê şer berfirehtir bike. Emê jî beramberî her êrîşekê hêzên xwe yên li Tirkiyê çalaktir bikin.
Herwiha Serhat Varto diyar kir, ku operasyona li dijî Qendîlê, ji aliyê serbazî ve encaman naguherîne û pirsa Kurdî jî çareser nake. Lê bi vê operasyonê, wê pirsa Kurdî bibe pirseke navnetewî.
Hikûmeta Tirkiyê ev çend roj in, gefa encamdana operasyonekê li dijî Qendîlê dike.
N.O