Serok Barzanî û Mueyed El-Lamî: Pêwîst e raya giştî ya Erebî ji rewatiya mafên gelê Kurd têbigê

Di wê dîdarê de, tekezî li ser rola dezgehên ragihandinê hat kirin bi taybetî di warê belavkirina kultura pêkvejiyanê de.

K24 - Navenda Nûçeyan

Di dîdarekê di nav serok Mesûd Barzanî û neqîbê sendîkaya rojnamevanên Iraqê Mueyed El-Lamî de, li Selahedînê, nerînên derbarê rewşa siyasî ya Iraqê û pêwîstiya lihev têgihiştina gelan û pêkhatên Iraqê hatin bihev guhertin.

Her di wê dîdarê de, tekezî li ser rola dezgehên ragihandinê hat kirin bi taybetî di warê belavkirina kultura pêkvejiyanê de.

Herwiha behsa wê yekê hat kirin, ku pêwîst e nerîna giştî ya Erebî ji rastî û rewatiya doz û mafên gelê Kurdistanê têbigihêje û ti carî nakokiyên siyasî di nav Herêma Kurdistan û Iraqê de nebe dijatî û dijminatî di navbera netewan de. Ji bo vê meremê jî, rola ragihandinê û rojnamevaniyê di rastkirina nerîna giştî ya Erebî de beramberî mafên gelê Kurdistanê bi giring hat binavkirin.

Rewşa rojnamevaniyê li Iraq û metirsiyên hizra tundrew û terorê çend tewerên din yên wê dîdarê bûn.

N.O