“Dengê hilbijartina 12ê Gulanê vê carê bi dest tên hejmartin”

Îro civîna Parlemantoya Iraqê ya taybet bi guftûgokirina pirsa encamên proseya hilbijartinên Iraqê dest pê kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Îro civîna Parlemantoya Iraqê ya taybet bi guftûgokirina pirsa encamên proseya hilbijartinên Iraqê dest pê kir.

Peyamnêrê K24ê li Bexdayê da zanîn, 173 parlemantar di civîna îro ya parlemantoyê de beşdar in.

Da zanîn jî, di destpêka civînê de, parlemantoyê biryar da li tevahiya parêzgehên Iraqê deng bi destan bên hejmartin.

Parlemantoyê bi piraniya dengan biryara da, 9 dadwer karûbarên komisyona Bilind a Hilbijartinan bi rê ve bibin û tevahiya berpirsên bilind ên komisyonê rawestand.

Roja 12ê Gulana bûrî hilbijartinên Iraqê bi rê ve çûbû, Komisyona Bilind a Hilbijartinan ku bi amûreya eliktironî deng hejmartibûn, piştî 6 rojan bi fermî encamên hilbijartinan ragihandibû, îro jî parlemantoya Iraqê biryara hejmaretina dengan bi dest da.

 

S. B