YNK daxwaza derengxistina hilbijartinên Kurdistanê dike

Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) careke din daxwaza derengxistina hilbijartinên Kurdistanê dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) careke din daxwaza derengxistina hilbijartinên Kurdistanê dike, ku biryar e di 30î Îlona îsal de bi rê ve biçe.

Berpirsê Nivîsgeha Rêxistinê û endamê Polîtburoya YNKê Rifet Ebdulah ji K24ê re ragihand, komek sedem hene ji bo derengxistina hilbijartinan hene, yek ji wan jî guhartina di yasaya hilbijartinan e, sedema din jî ew e nabe di salekê de 3 hilbijartin li pişt werin kirin.

Rifet Ebdulah dibêje, di meha Îlona de dema yasayî ya xuleya parlemantoyê bidawî dibe. Herwiha di meha Berçileya îsal de jî hilbijartinên encûmena parêzgeran bi rê ve diçe, ji ber wê dibe ku hilbijartina parlemantoyê mehekê were paşxistin û hemû hilbijartin bi hev re bi rê ve biçin.

Aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê yên ji bilî YNKê dibêjin, divê hilbijartinên parlemantoya Kurdistanê di dema xwe ya ku ji aliyê hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hatiye diyarkirin bi rê ve biçe.

Endamê Encûmena Rêvebir a Hevpeymaniya bo Demokrasî û Dadwerî Bijar Boskanî ji K24ê re got, ew bi wê baweriyê re ne ku hilbijartin di dema xwe ya diyarkirî de bi rê ve biçe.

Herwiha Endamê Dezgeha Hilbijartinê ya Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê jî got, ew amade ne ku hilbijartin di dema xwe ya diyarkirî de bibin.

Roja 30ê Îlona 2018an wek roja hilbijartinên Herêma Kurdistan hatiye diyarkirin. Hin aliyên siyasî jî daxwaza derengxistina hilbijartinan kiribû.

Li ser wê mijarê jî duh Peyvdarê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizayî ji K24ê re gotibû, Serokê Hikûmetê nikare biryara derengxistina hilbijartinan bide, ji ber ku du xuleyên parlemantoyê ku hatibûn dirêjkirin, bidawî dibin, ji bo valahiya yasayî dirust nebe, divê hilbijartin werin kirin.”

 

S. B