PDK û YNK tekezî liser yekrêziya aliyên Kurdistanê dikin

Partiya Demokrat a Kurdistanê û Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê tekezî li ser yekrêziya aliyên Kurdistanê li Bexda dikin, û hilweşandina dengdana taybet li Herêma Kurdistanê red dikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Partiya Demokrat a Kurdistanê û Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê tekezî li ser yekrêziya  aliyên Kurdistanê li Bexda dikin, û hilweşandina dengdana taybet li Herêma Kurdistanê red dikin. Herweha biryara Parlamentoya Iraqê bi biryareke şaş binav dikin ji ber ku mafê dengdanê ji Pêşmerge hatiye standin.

Di civînekê de, di navbeyna her dû aliyan de li Hewlêrê, rewşa Iraqê ya piştî hilbjartinan û derencamên wê hatin gotûbêjkirin û tekezî li ser giringiriya yekrêzî û lihevkirina aliyên Kurdistanî li Bexda hate kirin. Herweha di civînê  de, hilweşandina dengdana taybet li Herêma Kurdistanê red kirin û tekez kirin ku, li gor Destûrê dengdan mafê her welatiyekî ye,  û nabe ew maf jê were standin. Pêwîst e rêz li wî mafê Destûrî were girtin.

Partî û Yekîtî tekez kirin ku, li şûna rêzgirtin li rola Pêşmergeyên qehreman di şerê dijî DAIŞê de, Parlamentoya Iraqê di biryareke şaş, ku wekî karvedan e, mafê dengdanê ji Pêşmerge distîne. Herweha di civînê de, rewşa navxweyî ya  Kurdistanê û hin pirsên din ên girêdayî Iraq û navçeyê hatin gotûbêjkirin.

 

 

C.B