Sedir li gel Elawî û Hekîm lihev kir
Ew hevpeymanî nêzîkî sed kursiyên Perleman pêk tîne û ji bo Hikûmeta nû pêk bîne, niha ew li bendî lîstên Kurdistanî ne, daku lihev bikin û ew jî tevlî wê hevpeymaniya berfireh bibin.
K24 - Navenda Nûçeyan
Rêberê Şepêla Sedir Muqteda Sedir û Emmar Hekîm û Iyad Elawî, li ser pêkanîna hevpeymaniyeke berfireh di Perlemana Iraqê de lihev kirin.
Li gorî belgenameyekê, ku her yek ji nûnerên Hevpeymaniya Sairûn bi serokatiya Muqteda Sedir û Şepêla El-Hikme bi serokatiya Emmar El-Hekîm û Hevpeymaniya El-Weteniye bi serokatiya Iyad Ewlay, li ser wê îmze kirine, hersê lîst li ser pêkanîna hevpeymaniyekê û komkirina mezintirîn firakisyona piraniya niştimanî di Perlemana Iraqê de lihev kirine.
Hersê lîstan, çaksaziyên siyasî û abûrî û rûbirûbûna gendeliyê kirine bingehek ji bo rêketina xwe û eşkere kirine, ku firakisyona wan, nêzîkî sed kursiyên Perleman pêk tîne û ji bo ku hevpeymaniya wan bikaribe Hikûmeta nû pêk bîne, niha ew li bendî lîstên Kurdistanî, daku lihev bikin û ew jî tevlî wê hevpeymaniya berfireh bibin.
N.O