Ebadî: Hikûmet û Perleman nikarin encamên hilbijartinan hilweşînin

Ebadî: Tenê Dadgeha Federalî kare biryarê li ser dubarekirina hilbijartinan bide.

K24 - Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî di kongirê xwe yê rojnamevanî yê heftane de ragihand, raporên destpêkî diyar dikin ku şewitandina komgeha sindoqên dengdanê li bajarê Bexdayê, eşkere kiriye ku ew kar karekî rêxistî bû.

Derbarê biryarên vê dawyê yên Perlemana Iraqê, Ebadî ragihand, ku ne ji desthilata Hikûmet û Perlemana Iraqê ye, encamên hilbijartinan hilweşîne û got: Tenê Dadgeha Federalî kare biryarê li ser dubarekirina hilbijartinan bide.

Ebadî tekez jî kir, ku ew wek serokwezîr dubarekirina hilbijartinan red dike.

Li ser pirsa gefên vê dawiyê yên Tirkiyê ku, ewê nêzîk êrîşî bingeh û baregehên PKK li çiyayê Qendîlê bike, Ebadî got: Bexda ti rêketinek li gel Tirkiyê, derbarê encamdana operasyonan li dijî PKKê îmze nekiriye.

Herwiha navhatî diyar kir, ku daxuyaniyên berpirsên Tirkiyê derbarê jinavbirina PKKê li nav Iraqê, tenê piropagendeya hilbijartinan ye û ne tiştekî din e.

N.O