DAIŞ 3 rojan molet dide hikûmeta Iraqê
DAIŞ girtevîdyoyekê belav dike, tê de hejmarek girtiyên parzêgeha Enbarê ya Iraqê diyar dibin û ji hikûmeta Iraqê daxwaza berdana jinên DAIŞê yên girtî dike.
K24 – Navenda Nûçeyan
DAIŞ girtevîdyoyekê belav dike, tê de hejmarek girtiyên parzêgeha Enbarê ya Iraqê diyar dibin û ji hikûmeta Iraqê daxwaza berdana jinên DAIŞê yên girtî dike.
Girtevîdyo ku li ajansa “Amaq” a DAIŞê hatiye belavkirin, tê de çekdarên DAIŞê hejmarek ji welatiyên parêzgeha Enbarê revandine û ew girtî xwe didin nasîn û daxwazê ji desthilatên Iraqê dikin, ji bo azadkirina canê wan ji kuştinê, divê hemû jinên DAIŞê ji zîndanên Iraqê bêne azadkirin.
Welatiyên girtî amaje bi wê jî dikin, ku tenê 3 roj hatine diyarkirin ji bo hikûmeta Iraqê wan jinên DAIŞê bêne azad bike, heger na jî, çarenivîsa wan girtiyan mirin e.
Di dawiyê de, çekdarekî DAIŞê ku di ser wan girtiyan re rawestiye, moleta 3 rojan ji bo azadkirina wan jinan piştrast dike û soz dide hikûmeta Iraqê, heger daxwaza wan bicih neyê, ew girtî dê bêne gulebarankirin.
S. B