Parlemantoya Iraqê temenê xwe dirêj dike
Biryar e îro parlemantoya Iraqê bicive û careke din dema karkirina xwe dirêj bike.
K24 – Navenda Nûçeyan
Biryar e îro parlemantoya Iraqê bicive û careke din dema karkirina xwe dirêj bike.
Peyamnêrê K24ê li Bexdayê da zanîn, biryar e îro parlemantoya Iraqê civîneke din ji bo dirêjkirina dema karkirina xwe encam bide û hewl tên dayîn ku ev pirs yekalî bibe.
Di dawî civîn de, parlemantoya Iraqê xwast temenê xwe dirêj bike, lê ji aliyê beşek ji aliyên Iraqî ve rastî nerazîbûnê hatibû û gotin ku ev li dijî binemayên destûrê ye.
Ev di demekê de ye, 12ê Gulana bûrî hilbijartinên parlemantoya Iraqê hatin kirin, lê ta niha Iraq li ser pêkanîna hikûmetekê lihev nekirine û pêkanîna kapîneya hikûmî ya nû bûye pirsgirêkeke din ji pirsgirêkên Iraqê.
S. B