Sibe temenê Perlemana Iraqê bidawî tê

Perlemana Iraqê Faris El-Faris: Serokên piraniya firakisyonên perlemanî, bi zelalî gotine ku ew naxwazin temenê Perleman were dirêjkirin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Ajansa Reutersê ji ser zimanê serokê Perlemana Iraqê Selîm Cibûrî riagihandiye, ku roja Şemiyê wê temenê gera Perlemana Iraq bidawî bê, lê eger heye endamên Perleman deng ji bo dirêjkirina temenê gera niha ya Perleman bidin, heya ku piroseya dubare hejmartina dengan bidawî bê.

Ji aliyekî din ve, endamê Perlemana Iraqê Faris El-Faris, li ser dirêjkirina temenê Perleman got: Serokên piraniya firakisyonên perlemanî, bi zelalî gotine ku ew naxwazin temenê Perleman were dirêjkirin, ji ber ku bi wan baştir e deng bi destan bên jimartin.

Aliyên nerazî û binketî di hilbijartinên 12ê Gulana derbasbûyî de, bihêvî ne, ku dubare hejmartina dengan, wê çarenivîsa wan biguherîne, di demekê de, ku aliyên serketî gotûbêjan ji bo pêkanîna Hikûmeta nû dikin.

N.O