Perlemanterekî berê yê HDPê paleya nîskan dike

Mihemed Elî Aslan: "Di rastiyê de ez vegeriyam karê ku min berê dikir. Min ji zarokatiya xwe ve, ev kar dikir. Niha dubare ez li karê xwe vegeriyam."

K24 - Navenda Nûçeyan

Perlemanterê berê yê HDPê Mihemed Elî Aslan ê ku du caran li ser hev ji Êlihê (Batman) û Mêrdînê bûye perlemanter, piştî di hilbijartinên 24ê Hizêranê de nebû berbijar, li gundê xwe yê binavê Mercîmeklî yê girêdayî bajarokê Midyadê vegeriya û li gel malbata xwe dest bi paleya nîskan kir.

Mihemed Elî Aslan li ser wê biryara xwe got: "Di rastiyê de ez vegeriyam karê ku min berê dikir. Min ji zarokatiya xwe ve, ev kar dikir. Niha dubare ez li karê xwe vegeriyam."

Aslan diyar kir, ku dema ew perlemanter bû jî, çi dema derfet heba dihat gund û alîkariya malbata xwe dikir.

Navhatî got jî: "Tevî ku ez di warê fîzîkî de zehmetiyan dibînin, lê ez bi karên xwe yên li gund dikim, kêfxweş im."

Mihemed Elî Aslan di sala 1975an de, li navçeya Farqînê ya Diyarbekirê ji dayik bûye. Bi eslê xwe ji gundê Mercîmeklî (Habsunnes) ê navçeya Midyadê ya ser bi Mêrdînê ve ye. Ew bi xwe jî Mehelmî ye, bi Zimanê Tirkî, Erebî, Kurdî û Suryanî dizane.

Aslan di sala 1988an xwendina zanîngehê bidawî kir û bi xwe jî serokê damezrîner ê Komeleya Mehelmiyan e.

N.O