Du teqîn li Kerkûkê çêbûn
Nûçegihanê Kurdistan24ê: Xwekujekî bi riya otombêleke mînkirî, li ser riya Kerkûk û Bexdayê, li pêşya komgeha sindoqên dengdan xwe teqand.
K24 - Navenda Nûçeyan
Nûçegihanê Kurdistan24ê li Kerkûkê Hêmin Delo, ragihand, ku îro destê sibehê du teqîn li bajarê Kerkûkê çêbûn û li gorî zanyariyan bêtirî 10 kesan ji hêzên Iraqî birîndar bûn.
Got jî: "Xwekujekî bi riya otombêleke mînkirî, li ser riya Kerkûk û Bexdayê, li pêşya komgeha sindoqên dengdan xwe teqand".
Hêmin Delo diyar kir, ku ew cihê teqîn lê çêbûye, rêbendeke hevbeş ya hêzên dijeterora Iraqê û hêzên polîs e û hin welatiyên sivîl jî di nav birîndaran de hene, ji ber ku riya serekî di ber cihê teqîne re derbas dibe.
Derbarê teqîna diwem, nûçegihanê Kurdistan24ê got jî: "Teqîna diwem bi riya bombeyeke vedayî bû, li nêzîkî mizgefta Hecî Sedrî teqya, ku ew jî li ser riya Bexdayê ye, li gorî zanyariyan, ti ziyanên canî ji ber wê teqînê nebûne".
Herwiha diyar kir, ku hêzên emnî yên Iraqê, rê nadin ku rojnamevan derbasî cihê teqînan bibin û piştî teqînan hêzên xwe li nav bajarê Kerkûkê belav kirin.
N.O