Li Hesekê û Efrînê 4 teqîn çêbûn

Nûçegihanê K24ê: Xwekujekî bi riya motorsîklekê li nêzîkî xaleke hêza (Sotoro) ya Kiristiyanan li bajarê Hesekê xwe teqand û di encama de, pênc kes birîndar bûn.

K24 - Navenda Nûçeyan

Şevê din li Rojavayê Kurdistanê çar teqîn li herdu bajarên Hesekê û Efrînê hatin encamdan.   

Nûçegihanê K24ê li Hesekê ragihand, ku xwekujekî bi riya motorsîklekê li nêzîkî xaleke hêza (Sotoro) ya Kiristiyanan li bajarê Hesekê xwe teqand û di encama de, pênc kes birîndar bûn.

Jêderên xwecihî diyar kirin, ku ew kesê xwekuj di encama teqînê de hatiye kuştin û rewşa hin birîndaran jî xerab e.

Piştî wê teqînê, hin jêderan ji bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê ji K24ê re ragihandin, ku dengê teqîneke din li nav bajar hat bihîstin, lê ti zanyarî derbarê cih û ziyanên wê teqînê nebûn.

Cihê Teqîna şevê din li pêşya xaleke hêza Sotor ya Kiristyanan li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê
Cihê Teqîna şevê din li pêşya xaleke hêza Sotor ya Kiristyanan li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê

 

Şevê din li bajarê Efrînê jî du teqîn çêbûn.

Li gorî medya nêzîkî YPG şevê din du teqînên bihêz li nêzîkî benzînxaneya Îşe li ser riya geraca Efrînê çêbûn û di encamê de, hejmarek kes hatin kuştin û hin jî birîndar bûn.

Di heftiya derbasbûyî de jî du teqîn li Efrînê çûbûn û di encamê de 6 kes hatin kuştin.

Li aliyekî din, dun Navenda Ragihandinê ya YPG di daxuyaniyekê de ragihand, ku di operasyonekê de li dijî Artêşa Tirkiyê û çekdarên Artêşa Azad li Efrînê, wan şeş çekdarên Artêşa Azad kuştin.

YPG diyar kir, ku şervanên wan pênc çekdarên girûpa Feyleq El-Şam li ser riya gundê Emare yê navçeya Mobata kuştine û otombêleke wan jinavbirine, herwiha li ser riya di navbera gundên Dîwa û Til Silûr yên navçeya Cindirêsê çekdarekî din yê wê girûpê kuştine.

N.O