Perlemana Kurdistanê yasaya rûbirûbûna terorê gotûbêj dike

Di rûniştina îro de, wê Perleman derbarê karkirin bi yasaya rûbirûbûna terorê, yasaya sindoqa xanenişîniyê, rastkirina rêbaza navxwe ya Perleman gotûbêjan bike.

K24 - Navenda Nûçeyan

Nûçegihanê Kurdistan24ê ragihand, ku biryar e îro Perlemana Kurdistanê, wê ji bo gotûbêjkirna çend pirojeyasayan bicive, di rûniştina îro de, wê Perleman derbarê karkirin bi yasaya rûbirûbûna terorê, yasaya sindoqa xanenişîniyê, rastkirina rêbaza navxwe ya Perleman gotûbêjan bike.

Herwiha nûçegihanê K24ê diyar kir, ku wê xwendina yekem ji bo pirojeyasaya torên avê bê kirin.

Bi sedema nakokiyên aliyên siyasî li ser pirojeyasaya çaksaziya xanenişîniyê, Perlemana Kurdistanê heya niha nekariye wê pirojeyasayê bipejirîne.

N.O