Arteşa Tirkiyê ji bo cara 7an li Minbicê bergiriya ewlekariyê werdigre
Dewriya ewlekariyê, ya hêzên serbazî yên Tirkiyê, li devera di navbera Minbic û aliyê Operasyona Mertala Firatê de liv û tevger kiriye.
K24 - Navenda Nûçeyan
Li gorî nûçeyên medya Tirkiyê, Hêzên serbazî yên Tirkiyê û Amerîka bi awayekî hevbeş ev 7 mîn car e, ku bergiriya ewlekariya Minbicê diparêzin.
Medya Tirkî diyar kir, ku dewriya ewlekariyê, ya hêzên serbazî yên Tirkiyê, li devera di navbera Minbic û aliyê Operasyona Mertala Firatê de liv û tevger kiriye.
Meha derbasbûyî her yek ji Amerîka û Tirkiyê lihevkirin ku YPGê ji Minbicê vekişe û hêzên wan bi awayekî hevbeş ewlekariya wî bajarî biparêzin.
N.O