Yasaya rûbirûbûna terorê li Kurdistanê dirêj kir

Di rûniştina îro ya Parlementoya Kurdistanê de, yasaya rûbirûbûna terorê li Kurdistanê hat dirêjkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Di rûniştina îro ya Parlementoya Kurdistanê de, yasaya rûbirûbûna terorê li Kurdistanê hat dirêjkirin.

Peyamnêrê K24 da zanîn, di rûniştina îro ya Parlementoya Kurdistanê de, bi piraniya dengan Parlementeran yasaya rûbirûbûna terorê hat dirêjkirin. Got jî, nêzîkî 10 parlementeran ku piraniya wan ji aliyên îslamî bûn, li dijî dirêjkirina proje yasayê derketin.

Parlementerê Kurdistanê ji fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Merdan Xidir ji K24ê re ragihand, teror li cîhanê bûye metirsîyek hertimî. Yasaya rûbirûbûna terorê li Kurdistanê wekî yasayeke demkî serederî ligel tê kirin, berê jî çendîn caran hatiye dirêjkirin. Di sala 2016an de bi sedema ew rewşa ku hebû, Parlementoya Kurdistanê nedikarî bicive, lewra yasa nehate dirêjkirin.

Merdan Xidir got jî, di civîna îro ya Parlementoyê de, dirêjkirina yasaya rûbirûna terorê di birgeya yekem de bû û bi piraniya dengan hat dirêjkirin û kete warê karkirinê de.

 

S. B