Nêçîrvan Barzanî: pêwîstiya pêkhateyan bi piştevaniya navdewletî heye

Şanda Amerîkî: Tevî ku Kurdistan di gellek kirîzan re derbasdibû, lê cî û xizmet û pêdiviyên jiyanê ji meşext û penaberan re peyda kir.

K24 - Navenda Nûçeyan

Di hevdîtinekê de li gel şandeke Amerîkî ku li ser raspardeya cîgir Donald Trump, serdana Herêma Kurdistanê dike daku, haydarî rewşa pêkhateyên cuda bibe, serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî tekez kir, ku pêwîstiya pêkhateyên Kurdistanê bi piştevaniya navdewletî heye, daku bawerî lê vegere.

Nêçîrvan Barzanî, ji wê şandê re diyar kir, ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo wê mebestê ji her alîkarî û asankariyekê re amade ye.

Herwiha Nêçîrvan Barzanî diyar kir, ku li Iraq û navçeyê, kok û rihên dîroka ya pêkhateyan gellekî kûr in, lewma pêwîst e bawerî li cem wan bê çêkirin daku li Iraq û Herêma Kurdistanê bimînin û ji welat dernekevin.

Şanda Amerîkî ku ji rêvebirê Ajansa Amerîkî ji bo Perepêdana Navdewletî Mark Green, balyozê Amerîka li Iraqê Doglas Siliman, endamê Kongirêsê Jiv Vortinbery, endamê xanenişîn ê Kongirêsê Frank Wollf, şanderê taybet ê Amerîka ji bo azadiya olî ya navdewletî Sam Brawinbarg, kunsulê Amerîka li Herêma Kurdistan Kin Gros û hejmarek ji berpirsên din ên Amerîkî pêk hatibû.

Şandê destxweşî li Hikûmet û xelkê Herêma Kurdistanê kir ji bo hewandina hejmareke mezin ji meşext û penaberên ji ber terorê reviyane, bi taybet ku Kurdistan di gellek kirîzan re derbasdibû û tevî wê yekê jî, cî û xizmet û pêdiviyên jiyanê ji meşext û penaberan re peyda kir.

Herwiha şandê pêkvejiyana li Herêma Kurdistanê bilind nirxand û hêvî xwest ku, ewlehî û aramî li navçeyê vegere daku hemû kes li cihên xwe vegerin.

N.O