Iraq hêzeke zêdetir li Kerkûkê bicih dike

Peyamnêrê K24ê li Kerkûkê da zanîn, îro 2 firqeyên leşkerî ji Polîsa Federalî ya Iraqê ji Enbar û Tekrîtê ber bi Kerkûkê ve hatin veguhastin û çekê giran, tank û zirîpoş pê re bûn.

K24 – Navenda Nûçeyan

Peyamnêrê K24ê li Kerkûkê da zanîn, îro 2 firqeyên leşkerî ji Polîsa Federalî ya Iraqê ji Enbar û Tekrîtê ber bi Kerkûkê ve hatin veguhastin û çekê giran, tank û zirîpoş pê re bûn.

Efserekî bi pileya Muqedem ji Polîsa Federalî ku nexwast navê wî bê aşkerekirin ji K24ê re ragihand, ew hêza Polîsa Federalî li ser fermana Serokwezîrê Iraqê bo Kerkûkê hatin veguhastin.

Da zanîn jî, armanca anîna wê hêzê bo Kerkûkê, ji bo encamdana operasyonan li dijî DAIŞê li rojava û başûrê rojavayê Kerkûkê ye. Hikûmeta Iraqê dixwaze DAIŞê li wê navçeyan têk bibe, ji ber ku demek e DAIŞ li ser Kerkûk û wan navçeyan bûye metirsiyek.

Ev di demekê de ye, di çend rojên bûrî de çekdarên DAIŞê çend êrîş li sînorê Kerkûkê li dijî Heşda Şeibî, artêşa Iraqê û Polîsa Federalî pêk anîbûn. Hevdem jî çend teqîn li Kerkûk û derdora wê hatibûn kirin.

 

S. B