Professorê Kurd Fûad Sezgîn koça dawiyê kir

Professorê Kurd Fûad Sezgîn yê ji bajarê Bidlîsa Bakurê Kurdistanê di temenê 94 saliyê de li Stenbolê koça dawiyê kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Professorê Kurd Fûad Sezgîn yê ji bajarê Bidlîsa Bakurê Kurdistanê di temenê 94 saliyê de li Stenbolê koça dawiyê kir.

Profesorê Zanistiya Îslamê Fuad Sezgîn, di 94 saliya xwe de çû ber dilovaniya Xwedê. Mamoste Sezgîn, ji Bidlîsê ye û heta niha 1300'ê zêdetir pirtûk berhem anîne ku piraniya wan derbarê zanîstiya îslamê, fîzya û tenduristiyê de ne.

Fûad Sezgîn endamê akadimiya zanistî ya Tirkiyê û Mexribê, endamê akadimiya zimanê Erebî li Qahîre, Şam û Bexdayê bû. Ji ber fişarên hikpmeta Tirkiyê di sala 1960î de neçar bû biçe Almanyayê.

Piştî ku Fakulteya Edebiyatê ya Zanîngeha Stenbolê di 1951an da diqedîne li ser Edebiyat û Zimanê Erebî doktora dike. Sezgîn teza xwe ya "Çavkaniyên Buxarî" temam dike û di 1954an da dibe doçent û teza wî ya pêşkêşê bi navê "Lêkolînên Ji Bo Çavkaniyên Buxarî" di 1956an da tê weşandin. 

Di sala 1965an da li ser Cabîr îbn Hayyan teza xwe ya doktorayê ya duyemîn dinivîsîne û li Zanîngeha Frankfurt pêşkêşî Institut fur Geschichte der Naturwissenschaftenê dike û salek bi şun da dibe profesor.

Muzexaneya Zanist û Teknolojiyê ya Îslamê li Stenbolê ku di pêşengtiya Sezgîn de hatibû avakirin di 2016an da wekî dezgeh Xelata Taybet a Wezareta Çand û Turîzmê wergirt.

Serokomarê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan jî beşdarî merasîma veşartinan Fuad Sezgîn li Stenbolê bû û Emê sala 2019'ê wek "Sala Prof. Dr. Fuat Sezgîn ya Zanistiya Îslamê" binav bikin. Sersaxî bo hemû malbat û miletê dixwazim."

 

S. B