Pêdaçûn di plana leşkerî û ewlehiyê ya navçeyên cihên nakokiyê de tê kirin
Civîna hevbeş a Wezareta Pêşmerge û Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê birêve çû.
K24 – Navenda Nûçeyan
Civîna hevbeş a Wezareta Pêşmerge û Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê birêve çû.
Civîna dewrî bi serpereştiya Wezîrê Navxweyî û Wezîrê Pêşmerge bi wekalet Kerîm Şingalî, bi amadebûna Birêkarê Wezaretê Serbest Lezgîn, Emîndarê Giştî Cebar Yawer, Serokerkan Cemal Mihemed û hejmareke din a efserên Pêşmerge birêve çû.
Di civîna hevbeş a Wezareta Pêşmerge û Hevpeymaniya Navdewletî de, rewşa ewlekariya navçeyên Kurdistanî yên li derveyî Îdareya Herêma Kurdistanê hate behskirin û her du alî li ser wê yekê hevnerîn bûn, ku pêwîst e bilez pêdaçûna bi plana ewlekarî û serbazî ya wan deveran were kirin de.
Di civînê de Cîgirê Fermandarê Nivîsgeha Hemahengiyê ya hevpeymanan li Îraq û Sûriyê general Walter Piatt, behsa dawî operasyonên bo ser navçeyan ku DAIŞê binkeyên xwe lê durist kiribûn kir. Herwiha destxweşî li hêzên Pêşmerge kir di derbarê encamdana operasyonekê li Çiyayê Qereçox de, ku tê de tevahiya armancan pêk hatibûn û da zanîn ku ev yek serkeftineke din ya hêzên Pêşmerge ye.
Her di wê civînê de kolonêl Êkêtî fermandarê nû yê hêzên hevpeymanan, spasiya Wezîrê Pêşmerge û stafê wezaretê kir û behsa plan û karnameya hêzên hevpeymanan di dema bê de kir û soz da, ku hevkarî û şêwermendiya wan bo hêzên Pêşmerge berdewam be.
Di dawiyê de, tekezî li ser hemahengî û bihêzkirina pêwendiyên serbazî hate kirin.
S. B