Xaneqîn tê erebkirin

Piştî erebkirina Gulala, Seidiye û Mendelî, niha pêngava derkirin û terorkirina Kurdên gundê derdora Xaneqînê dest pê kiriye. Endamekî berê yê Parlemantoya Iraqê dibêje: Metirsiyeke mezin li ser Kurdên li navenda Xaneqînê dirust bûye.

K24 – Nvaenda Nûçeyan

Piştî erebkirina Gulala, Seidiye û Mendelî, niha pêngava derkirin û terorkirina Kurdên gundê derdora Xaneqînê dest pê kiriye. Endamekî berê yê Parlemantoya Iraqê dibêje: Metirsiyeke mezin li ser Kurdên li navenda Xaneqînê dirust bûye.

Bajarokên Seidiye, Mendelî û Gulala û bi dehan gundên navçeyên Kurdistanî yên li sînorê parêzgeha Diyalayê, malbatên Kurd tê de kêm dibin, ew jî ji ber êrîşên grûpên terorist neparastina wan malbatan ji aliyê dezgehên ewlehiyê yên hikûmeta Iraqê ve.

Piştî bûyerên 16ê Cotmeha sala 2017an, gundên Kurdnişîn ên li derdora Xaneqînê ji aliyê grûpên terorist ve têne armanckirin, ji bo Kurdan ji Xaneqînê derbixin.

Endamê berê yê Parlemantoya Iraqê Hesen Cîhad ji K24ê re ragihand, reng e dixwazin Xaneqînê wek Seidiye û Gulala bikin, da ku Kurd tê de nemînin û pêngava yekem jî ji gundan ve dest pê dikin.

Ji bilî Kurdan, pêkhateyên din yên navçê wek Sune, Şîe û Tirkmen jî çavên wan li vegera Pêşmerge ji wan navçeyan re ne, da ku wan ji êrîşên çekdarên DAIŞê biparêzin.

Fermandarê Pêşmerge li wê navçê Cimor Rustem ji K24ê re got: “Rewşa ewlehiyê li navçê gelekî xirap e, ji ber ku hêzên li wê navçeyên Kurdistanî bicih bûne, hêzên taifî ne û xelk jê wan nerazî ne. Ne tenê Kurd, belkû Ereb jî daxwaza vegera Pêşmerge dikin.”

Got jî:“Ji bo vegera Pêşmerge ji wa navçeyan re, em li benda fermana Wezîrê Pêşmerge dimînin, ji bo vegerin Kerkûk û navçeyên din ên Kurdistanî, ji ber ku hêza Pêşmerge dikare wan navçeyan biparêze.”