Serkirdeyekî Heşda Şeibî li başûrê Kerkûkê hat kuştin
Medyaya ser bi Heşda Şeibî ve di daxuyaniyekê de, kuştina Cîgirê Fermandarê Operasyonên Rojhilatê Dîcleyê yên Heşda Şeibî Elî Xelîfa (Ebû Zehra Ebadî) piştrast kir.
K24 – Navenda Nûçeyan
Medyaya ser bi Heşda Şeibî ve di daxuyaniyekê de, kuştina Cîgirê Fermandarê Operasyonên Rojhilatê Dîcleyê yên Heşda Şeibî Elî Xelîfa (Ebû Zehra Ebadî) piştrast kir.
Ebû Zehra Ebadî fermandarê Lîwaya 22 a Mîlîşyaya Bedir bû û duh li ser riya Kerkûk – Xurmatûyê hat kuştin û îro merasîma veşartina wî birêve diçe.
Rewşa ewlehiyê ya Kerkûk û navçeyên derdora wê roj bi roj xirap dibe û kiryarên terorî û kuştin zêde dibin.
S. B