Lîwa Qareman behsa vegera Pêşmerge ji bo Kerkûkê dike
"Heya hêzên Pêşmerge venegerin navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdara Herêma Kurdistanê, ew beşdarî ti operasyonekê ji bo alîkarîkirina Hêzên Iraqî nabin".
K24 - Navenda Nûçeyan
Cîgirê Serokerkanê hêzên Pêşmerge Qareman Şêx Kemal ji Kurdistan24ê re ragihand, ku heya hêzên Pêşmerge venegerin navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdara Herêma Kurdistanê, ew beşdarî ti operasyonekê ji bo alîkarîkirina Hêzên Iraqî nabin.
Qareman Şêx Kemal got: Heya niha ti rêketinek derbarê vegera Hêzên Pêşmerge ji bo navçeyên Kurdistanî çênebûye.
Herwiha diyar kir, ku heya niha jî bi fermî ti daxwazek ji bo encamdana operasyonên hevbeş ji wezareta Pêşmerge nehatiye kirin.
N.O