Nêçîrvan Barzanî: Divê di kabîneya nû de mafên gelê Kurdistanê parastî bin
"Heger mafên gelê Kurd li gorî destûra Iraqê, di Hikûmeta nû ya Iraqê de parastî bin, Herêma Kurdistanê amade ye ku beşek ji piroseya siyasî û çareseriyê be".
K24 - Navenda Nûçeyan
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand, ku heger mafên gelê Kurd li gorî destûra Iraqê, di Hikûmeta nû ya Iraqê de parastî bin, Herêma Kurdistanê amade ye ku beşek ji piroseya siyasî û çareseriyê be.
Îro serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li gel Senatorê Amerîkî Lindsey Graham, Balyozê Amerîka li Iraqê Doglas Siliman, Konsulê Giştî yê Amerîka li Herêma Kurdistanê Ken Gros û şandek dîplomasî û serbazî Amerîkî civiya.
Di civînê de pirsên meşext û penaberên ji ber terorê reviyane û ji aliyê xelk û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hatine hewandin, rola Pêşmerge di nehiştina tirs û gefên DAIŞê de li ser tevahiya pêkhateyan, alîkariyên serbazî û mirovî yên Amerîkî ji Herêma Kurdistanê re, hatin behiskirin.
Derbarê pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Iraqê, Nêçîrvan Barzanî got: Em bihêvî ne ku piroseya siyasî li Iraqê ber bi pêşve biçe û heger mafên gelê Kurd li gorî destûra Iraqê, di Hikûmeta nû ya Iraqê de parastî bin, Herêma Kurdistanê amade ye ku beşek ji piroseya siyasî û çareseriyê be.
N.O