PDK û YNKê pêkanîna şandeke hevbeş bo Bexdayê guftûgo dikin

Peyvdarê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Seidî Pîre ragihand, Polîtburoya YNK û PDKê li Hewlêrê dicivin û pirsa şandina şandeke hevbeş bo Bexdayê guftûgo dikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Peyvdarê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Seidî Pîre ragihand, Polîtburoya YNK û PDKê li Hewlêrê dicivin û pirsa şandina şandeke hevbeş bo Bexdayê guftûgo dikin.

Seidî Pîre ji “Bas News” re ragihand, îro Çarşemê 4.7.2018 polîtburoya siyasî YNK û PDK derbarê şandina şandeke hevbeş bo Bexdayê dicivin.

Herwiha Pîre da zanîn ku, sedema şandina şandekê ji aliyê PDK û YNK bo Bexdayê pêwendiya xwe bi amadeyên netewî û niştimanî yên Kurd heye.

Derbarê pirsa gelo dê sibe babeta helbijartinên Parlamentya Kurdistanê were behs kirin, Sedî Pîre got nexêr nayê behs kirin.

Ev di demekê de ye, piştî hilbijartinên Parlemantoya Iraqê şandên PDK û YNKê bi awayekî cuda serdana Bexdayê kiribûn û derbarê pêkanîna hevpeymanî û rêkeftinan ji bo hikûmeta dahatî ya Iraqê guftûgo bi hejmarek ji kesayetî û aliyên siyasî yên Iraqê re kiribûn.

 

S. B