Ilham Ehmed: Ti civîn bi hikûmeta Sûriyê nehatine kirin
Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) red dike ku ta niha ti civînek bi hikûmeta Sûriyê re kiribin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) red dike ku ta niha ti civînek bi hikûmeta Sûriyê re kiribin.
Hevseroka MSDê Ilham Ehmed ji medyaya opozîsyona Sûriyê re ragihand, nûçeyên belav bûne û dibêjin ku hikûmeta Sûriyê vegeriye deverên Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê re, ne rast in. Herwiha tekez kir, ta niha ti civîn di navbera wan û hikûmeta Sûriyê de nebûne.
Ji aliyekî din ve, Hevseroka Desteya Cibicîkar a Federaliya Bakurê Sûriyê Foza Yûsif li ser hejmara xwe ya tûra civakî red kirk u ti civîneke di navbera wan û hikûmeta Sûriyê de hatibin kirin û got, hîna hikûmetê ti gavên cidî di vê derbarê de neavêtine.
Di rojên derbasbûyî de hatibû belavkirin, Rêveberiya Xweser û hikûmeta Sûriyê çend civîn li Qamişlo û Şamê encam dane û li ser hejmarek ji xalan lihev kirine, ji wan jî vegera hikûmeta Sûriyê bo deverên ku di destê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) re.
Demek e, berpirsên Rêveberiya Xweser û ji wan jî Hevseroka MSDê Ilham Ehmed ragihandibûn, ew ji bo danûstandin û gotûbêjin rasterast bi rêjîma Sûriyê re amade ne.
Ew daxuyanî jî bi wê yekê re hevdem bûm, ku di dema dawî de li herêmên Rojavayê Kurdistanê gelek al û wêneyên girêdayî bi Rêveberiya Xweser ve ji cade û kolanan hatibûn rakirin.
S. B