Gelo Tirkiye dê ji Efrînê vedikişe?
Daxuyaniyên Berdevkê Wezareta karên Derve yê Tirkiyeyê ku gotibû: "Êmê ji Efrînê vekişin" rê li ber nîqaşan vekir.
K24 – Enqere
Daxuyaniyên Berdevkê Wezareta karên Derve yê Tirkiyeyê ku gotibû: "Êmê ji Efrînê vekişin" rê li ber nîqaşan vekir. Berdevkê Karê Derve li ser vê mijarê tu dîrok nîşan neda lê belê li gorî pisporan tê gotin ku niha pêkhatina vê yekê zehmet e. Pispor tînin ziman ku vekişîn encex piştî ku bajar ket bin kontrola hêzên herêmî de ev yek pêk bê.
Li Tirkiyê nîqaşên li ser dahatûya Efrînê ku di Çileya 2018an de bi operasyona ku Tirkiyê ligel Artêşa Sûriya Azad pêkanîbû ji destê YPGê derxistibû berdewam dikin. Ji aliyê Berdevkê Wezareta karên Derve yê Tirkiyê ve derbarê vê yekê de bi daxuyaniyekê hate gotin ku ew ê ji Efrînê vekêşin û dê Efrînê radestî Efrîniyan bikin. Ev gotinên berdevkê wezaretê di nava pisporên pêwendiyên derve de deng veda.
Li Enqera paytexa Tirkiyê di konferansekê de mijarên ku dê ev vekişîn çawa pêk bê û piştî Tirkiye li Efrînê vedikêşe dê li wê derê rêveberiyeke çawa bê avakirin hate nîqaşkirin.
Pisporê ewlehiyê Dr. Goktug Sonmez di konferansê de got: "Daxuyaniya Berdevkê Karên Derve ku gotibû em ê vekişin girîng e, lê belê ji bo vê ti dîrokek neda. Helbet Tirkiye heta hetayê wê li Efrînê nemîne, lê ez di demekî nêzik de vekişandinê wek îhtimalekî zeîf dibînim. Lewre hêj li wê derê ewlehî tam pêk nehatiye. Her wiha wekî ku berdevkê Wezareta Derve got bi awayekî giştî rêveberiya bajêr jî hêj nekimiliye kû rêveberiya Efrînê bo wan were dewrkirin. Lê piştî ku ev pêk hat û rêveberî li bajêr bû desthilat dê vekişandina ji Efrînê jî pêk were."
Li aliyê din di çarçoveya rêkeftina Minbicê de ku meha çûyî di navbera Enqere û Washîngonê de hatibû îmzekirin, tê gotin ku hêzên Tirkiyê yên ketibûn derdora Minbicê xala 7em a çavdêriyê li wê derê ava kiriye. Ligel vê yekê pêkanîna rêkeftina Minbicê bûye yek ji rojevên sereke yên pisporên Rojhilata Navîn.
Pisporê Rojhilata Navîn Oytun Orhan li ser vê mijarê ji K24ê re wiha axivî: "Ev rêkeftin proseya vekişîna YPGê ya ji herêmê dide destpêkirin û xuyaye ku ji bo çareserkirina kêşeyên navbera Enqere û Washingtonê de jî buye alîkar. Emerîka û Tirkiye piştî rageşiyên derbarê YPGê de piştî heyameke dirêj li Sûriyê bi hev re tevdigerin. Loma ev rêkeftin ji bo her du aliyan gelekî girîng e. Mirov dikare bibêje piştî ku YPG vekişiya, li Minbîcê di bin kontrola Tirkiye û Emerîkayê de mekanîzmayeke rêvebirinê wê were avakirin."
Piroseya derbarê karîgerkirina rêkeftina Minbicê de didome û ligel vê yekê dahatûya rojhilatê Feratê jî ya di bin qontrola Hêzên Sûriya Demokratîk HSDê de ye ku serkêşiya wê YPG dike tê nîqaşkirin. Li gorî pisporên Tirkiyê dema ku rêkeftina
Minbicê bêarîşe bidawî bibe, dibe ku heman rêbaz ji bo rojhilatê Feratê jî bê karîgerkirin.