Li Kerkûkê DAIŞê êrîşî ser hêzên Iraqî kir
Peyamnêrê K24ê li Kerkûkê da zanîn, li gundê Ribêzat yê ser bi bajarokê Daqoqê li başûrê Kerkûkê, çekdarên DAIŞê êrîşî ser Polîsa Federalî kirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Peyamnêrê K24ê li Kerkûkê da zanîn, li gundê Ribêzat yê ser bi bajarokê Daqoqê li başûrê Kerkûkê, çekdarên DAIŞê êrîşî ser Polîsa Federalî kirin.
Welatiyekî wê navçê ku ji ber rewşa ewlehiyê nexwast navê wî were aşkerekirin ji peyamnêrê K24ê re got: “Îro demjimêr 07:00 li gundê Ribêzat çekdarên DAIŞê bi çekê giran êrîşî ser xaleke Polîsa Federalî kirin.”
Li gor zanyariyên peyamnêrê me, di wê êrîşê de polîsekî federalî hate kuştin û hejmareke din jî birîndar bûn. Piştî êrîşê jî çekdarên DAIŞê li navçê neman.
Her çend e DAIŞ bi fermî berpirsatiya xwe derbarê wê êrîşê de ranegihandiye, lê bi gotina xelkê navçê, ew êrîşker ser bi DAIŞê ve bûn û ala DAIŞê pê re bû.
Ji aliyekî din ve, peyamnêrê K24ê li Germiyanê da zanîn, di dema encamdana operasyona hêzên Iraqî de li nêzîkî gundê Lek bombeyek bi hêzên Iraqî de teqiya, di encamê de jî 7 leşker birîndar bûn.
Li gor zanayriyên peyamnêrê me li Germiyanê, îro demjimêr 05:00 sibê artêşa Iraqê, Heşda Şeibî û Polîsa Federalî dest bi operasyonek li sînorê Xurmatû û derdora Daqoqê li dijî DAIŞê kirin.
S. B