PDK û YNK ji bo çûna Bexdayê mijûlî pêkanîna şandeke hevbeş in
Nûçegihan Kurdistan24ê ragihand, ku herdu polîtbîroyên YNK û PDK li Hewlêrê, derbarê şandina şandeke hevbeş ji bo Bexdayê civînek lidar xistine.
K24 - Navenda Nûçeyan
Nûçegihan Kurdistan24ê ragihand, ku herdu polîtbîroyên YNK û PDK li Hewlêrê, derbarê şandina şandeke hevbeş ji bo Bexdayê civînek lidar xistine.
Li ser wê mijarê, peyvdarê Partiya Demokrata Kurdistanê Mehmûd Mihemed ji Kurdistan24ê re ragihand, ku civîna îro ji bo pêkanîna nerîneke hevbeş bû, li ser pêkanîna Hikûmeta nû ya Iraqê, bi awayekî ku hevpariya rastiyane, wekhevî û lihevkirin têde parastî bin û berjewndiyên tevahiya pêkhateyan biparêze.
Herwiha diyar kir, ku wî gellek bizav li gel aliyên din jî kiriye daku şandên hevbeş pêkbînin, lê wan aliyan amadebûna xwe nedan xuyakirin.
N.O