Barzanî: Pêwîst e Hikûmeta nû ya Iraqê li ser bingeha Şeraket, Lihevkirin û Wekheviyê be

Serok Barzanî: Pirensîp û mekanîzmayên bicîkirinê wan û gerantî di piroseya siyasî ya Iraqê de ji Herêma Kurdistanê re giring in, neku kes û post.

K24 - Navenda Nûçeyan

Serok Mesûd Barzanî, di dema pêşwazîkirina sikirtêrê Partiya Komunista Iraqê Raid Fehmî û şanda li gel wî, li Selahedînê, tekez kir ku pêwîst e pêkanîna Hikûmeta dahatî ya Iraqê li ser bingeha hersê pirensîpên Şeraket, Lihevkirin û Wekheviyê be.

Serok Barzanî ragihand, ku pirensîp û mekanîzmayên bicîkirinê wan û gerantî di piroseya siyasî ya Iraqê de ji Herêma Kurdistanê re giring in, neku kes û post.

Serok Barzanî di wê hevdîtinê de, ji bilî sipasiya helwesta Partiya Komunist, tekez kir ku pêwîst e Hikumeta nû ya Iraqê li ser bingehên Hevparî, Lihevkirin û Wekheviyê be û bicîkirina wan jî pêwistî bi diyarkirina gerantiyek nû û mekanizmeyeke zelal heye.

Serok Barzanî diyar kir ku, yekalîkirina wan hûrkariyan pêwîst e, berî destnîşankirina kesan be, ji bo wergirtina postan û ji bo Herêma Kurdistanê jî, pirensîp û mekanîzma bicîkirina wan û hebûna gerantiyan pêşîneya serekî ye, ne ku kes û post.

JI aliyê xwe ve, Raid Fehmî sipasiya Serok Barzanî kir û hêvî xwest ku, piştî derketina encamên fermî, hemû alî karibin di piroseya siyasî ya Iraqê de hevbeş bin.

Herwiha got: Em bihêvî me ku, hemû alî beşdariyek rastiyane, di Hikûmeta nû de bikin. Got jî: Em dixwazin Hevpeymaniya Sairûn helwesteke erênî li hember daxwaz û mafên gelê Kurdistanê bide.

N.O