Tirkiye hêzeke mezin ber bi Minbicê ve dişîne

Arteşa Tirkiyê hejmarek gelek zêde wesaîtên leşkerî bo bajarê Menbiç û Til Rifatê birê kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Arteşa Tirkiyê hejmarek gelek zêde wesaîtên leşkerî bo bajarê Menbiç û Til Rifatê birê kir.

Li gor medayay Tirkiye, ev 2 roj in bi berdewamî hêz birê dike bo Menbicê. Îro jî ji bajarê Kilîsê wesaîtên leşkerî yên wekî tank û topavêjên bi cûreya obûs û firtina bo sînorê Mebicê hatin birêkirin.

Hat belavkirin, veguhestina hêzên leşkerî derengê şevê destpê kir û heta sibê berdewam kir.

Meha bûrî Amerîka û Tirkiye li ser nexşerêyekê lihev kiribûn, ku YPG ji Minbiçê vekişe û hêzên wan bi awayekî hevbeş ewlekariya wî bajarî biparêzin.

Arteşa Tirkiyeyê bi wesaîtên zirxpoş heta niha 8 caran çûye ber sînorê Menbiçê û çavderiya wî bajarî kiriye.

 

S. B