Daxwaza azadkirina Leyla Gûven hate redkirin
Tevî dadgehê biryara azadkirinê wê dabû, Daxwaza azadkirina Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Leyla Gûvenê hate redkirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Tevî dadgehê biryara azadkirinê wê dabû, Daxwaza azadkirina Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Leyla Gûvenê hate redkirin.
Hevseroka Kongireya Civaka Demokratîk KCDê Leyla Gûven di hilbijartinên 24ê Hezîranê de ji lîsteya HDPê bû Parlementera Colemêrgê.
Parêzerên Gûvenê jî daxwaza azadiya wê kirin û Dadgeha nehemîn a Diyarbekirê di 29ê Hezîranê de biryara azadkirina wê da. Lê Dozgerê Diyarbekirê li dijî azadiya wê derketibû û Dadgeha dehemîn a Diyarbekirê jî biryara girtina wê dabû.
Parêzera Leyla Gûvenê nerazîbûn nîşan da û ji bo azadiya Parlementera HDPê serî li Dadgeheke pilebilindtir da, lê Dadgeha yekemîn a Diyarbekirê daxwaza azadiya Leyla Gûvenê red kir.
Leyla Gûven, li dijî operasyona Efrînê derketibû û jiber parvekirinên ser torên civakî beriya 5 mehan hatibû girtin.
S. B