Li Minbicê teqîn.. Birîndar hene

Li Navçeya El-Heye ya Minbicê teqînekê rû da, li gor zanyariyên destpêkê birîndar hene.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Navçeya El-Heye ya rojhilatê Minbicê teqînekê rû da, li gor zanyariyên destpêkê birîndar hene.

Peyamnêrê K24ê li Kobanî û Minbicê da zanîn, bombeyeke vedayî li navçeya El-Heye ya ser bi Minbicê di nava xwepêşandanekê de teqiya.

Da zanîn jî, dema li navçeya El-Nahiye xwepêşandeke li dijî gefên Tirkiyê derket birêve diçû, teqîn jî di nava xwepêşandanê de rû da.

Li gor zanyariyên peyamnêrê K24ê Ridwan Bêzar, ta niha yek kuştî û 20 birîndar hene û birîndar bo nexweşxanya Niştimanî ya Minbicê hatin veguhastin.

 

S. B