Mezitirîn kunsulxaneya Amerîkî li cîhanê li Hewlêrê tê avakirin

Rûbera kunsulxaneya Amerîkî li hewlêrê 500 hezar mitirên çargoşe ye û gujmê 600 milyon dolar ji bo avakirina wê hatiye terxankirin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Îro kevrê bingehîn yê mezintirîn kunsulxaneya Amerîkî li ser astê cîhanê, li bajarê Hewlêrê hat danîn.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di merasîma danîna kevirê bingehîn yê kunsulxaneyê de beşdar bû û ragihand, ku avakirina mezintirîn avahî ji bo kunsulxaneya Amerîkî li Hewlêrê, wê rastiyê nîşan dide, ku Amerîka dixwaze pêwendiyên xwe li gel Herêma Kurdistanê bihêztir bike.

Avahiya kunsulxaneyê li ser riya serekî di navbera Hewlêr – Pîrmam de ye, rûbera wê 500 hezar mitrên çargoşe ye û gujmê 600 milyon dolar ji bo avakirina wê hatiye terxankirin.

Duh jî li Hewlêrê, roja serxwebûna Amerîka bi amadebûna Serok Mesûd Barzanî û berpirsên pile bilind ên Herêma Kurdistanê û balyozê Amerîka li Iraqê û kunsulê wî welatî li Hewlêrê û hejmarek mezin ji berpirsên din ên Amerîkî hat pîrozkirin.

N.O