Aliyên Iraqî ji bo pêkanîna Hikûmetê berê xwe didin Kurdistanê

Serokê şanda Hevpeymaniya Fetih li Hewlêrê: Dibe ku cudahî di nav me de hebin, lê divê tevahiya kêşeyan li gorî destûrê bên çarekirin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Bi mebesta gotûbêjkirina pirsa pêkanîna Hikûmeta nû ya Iraqê li gel aliyên biserketî yên Herêma Kurdistanê, çend şandên aliyên Iraqî serdana Hewlêrê kirin.

Duh êvarî şandeke Hevpeymaniya Fetih ku Ehmed Esedî serokayetiya wê dike, gihişte Hewlêr û ji aliyê endamekî şanda danûstendinê ya Partî li gel Bexda hat pêşwazîkirin û di daxuyaniyeke taybet de ji Kurdistan24ê re, Esedî got: Armanca serdana me encamdana hevdîtinan e li gel aliyên Kurdistanî yên biserketî, daku em gotûbêjan li ser wî pirojeyî bikin, ku Hevpeymaniya Fetih pêşinyar kiribû.

Got jî: Emê li ser wan bernameyên Hikûmî ji biaxivin, ku divê hemû alî li ser razî bin. Peyama me ji bo aliyên Kurdistanî derbarê Hikûmeta dahatî ya Iraqê ew e, ku em hemû lawên yek welatî ne, Iraq di çendîn kêşe û kirîzan re derbas dibe, lewra divê em lezê di pêkanîna Hikûmeta dahatî de bikin, bi navnîşana xizmetkirina tevahiya Iraqiyan.

Herwiha serokê şanda Hevpeymaniya Fetih got: Dibe ku cudahî di nav me de hebin, lê divê tevahiya kêşeyan li gorî destûrê bên çarekirin.

Li aliyekî din, şevê din şandeke Dewleta Yasa, ji bo heman mebestê serdana Hewlêrê kir û biryar e li gel aliyên Kurdistanî dest bi gotûbêjan bike.

N.O