Partî: Hilbijartinên Perlemana Kurdistanê wê di dema xwe de bên kirin
Di civîna Encûmena Serkirdatiya Partî de, biryar hat stendin ku Arif Teyfûr li şûna Fereydûn Ciwanroyî bibe endamê polîtbîroyê.
K24 - Navenda Nûçeyan
Civîna Encûmena Serkirdatiya Partî bidawî hat û biryar da, ku amadekariyên xwe ji bo hilbijartinan firehtir bike û tekez kir ku pêwîst e hilbijartin di dema xwe de bên encamdan.
Nûçegihanê Kurdistan24ê Hoşmend Sadiq ji cihê civînê ragihand, ji ber ku şandeke Hevpeymaniya Fetih li Hewlêrê ye, daku li gel Partî bicive, civîna Encûmena Serkirdatiya Partî hat kêmkirin.
Her di wê civînê de, biryar hat stendin ku Arif Teyfûr li şûna Fereydûn Ciwanroyî bibe endamê polîtbîroya Partî.
Di daxuyaniyekê de ji Kurdistan24ê re, Arif Teyfûr got: Ez sipasiya Serok Barzanî û Encûmena Serkirdatiyê dikim ku min ji bo wî erkî hilbijartin û ezê ji wê pêgehê xizmeta xwe berdewam bikim.
Piştre peyvdarê Partiya Demokrat a Kurdistanê Mehmûd Mihemed, di kongirekî rojnamevanî de got: Rewşa niha ya siyasî û hilbijartinên Perlemana Iraqê û encamên wê û pêwendiyên me li gel derve û hilbijartinên Perlemana Kurdistanê, ku biryar e 30 Êlûna dahatî bên encamdan û rewşa navxwe ya Partî hatin gotûbêjikirin.
Derbarê daxwaza paşxistina hilbijartinan, Mehmûd Mihemed got: Pêwîstiya rewşê bi wê yekê heye, ku hilbijartin di dema xwe de bên encamdan, daku Perleman çalak bibe û dibe ku ew yek bibe sedema çareseriya beşekî kêşeyan.
Di bersiva xwe de li ser pirseke nûçegihanê Kurdistan24ê got: Me li gel YNK lihev kiriye, ku komîteyeke hevbeş biçe Bexdayê û Partî û YNK bernameyeke hevbeş amade bikin û pêkve beşdarî bikin.
Derbarê guhertinên di nav Partî de, Mehmûd Mihemed got: Pêwîstiya vê pirsê bi lêkolînê heye, daku em zanibin li ku guhertin pêwîst e. Ji bo wê mebestê jî Encûmena Serkirdatiyê desthilata xwe daye serok Barzanî û polîtbîroyê.
Derbarê postê Serokatiya Iraqê jî got: Vê carê ji mafê Partî ye ku postê serokê Iraqê werbigire.
N.O