Ilham Ehmed: Em ti guhertinan di encûmenên Minbicê de nakin
Hevseroka Encûmena Sûrya Demokrat: Pêwîst e rewşa Minbic wek xwe bimîne, da ku bandora xwe li çarekirina kirîza Sûryê jî neke.
K24 - Navenda Nûçeyan
Di daxuyaniyeke taybet de, ji bo Kurdistan24ê, hevseroka Encûmena Sûrya Demokrat Ilham Ehmed ragihand, ku ew ti guhertinan di cencûmenên bajarê Minbicê de nakin.
Ilham Ehmed diyar kir, ku tevahiya wan şandên serdana Minbic dikin, dixwazin ku aramî li wî bajarî were parastin.
Ehmed tekez kir, ku pêwîst e rewşa Minbic wek xwe bimîne, da ku bandora xwe li çarekirina kirîza Sûryê jî neke.
N.O