Dozgeriya Diyarbekirê 230 sal zindankirin ji Kişanak re xwest
Dozgeriya Diyarbekirê ji bo hevseroka Partiya Herêmên Demokrat DBPê (Sebahat Tuncel) jî 145 sal zindankirin xwest.

K24 - Navenda Nûçeyan
Serdozgeriya Komarî ya Diyarbekirê, ji bo şaredara Diyarbekirê ya ji kar hatiye dûrxistin (Gultan Kişanak) 230 sal zindanîkirin xwest.
Herwiha ji bo hevseroka Partiya Herêmên Demokrat DBPê (Sebahat Tuncel) jî 145 sal zindankirin xwest.
Îro rûniştina dadgeha Meletiyê hat lidarxistin û di rûniştinê de, Dozger Gulten Kişanak tometbar kir, ku rêvebir û damezrênera rêxistina terorê ye û 41 caran bangeşeya terorê kiriye. Ji ber van tometan, 230 sal sizaya zindanîkirinê ji Gultan Kişanakê re xwest.
Heman Dozgerî, Sebahat Tuncel jî bi endamtiya rêxistina terorê tometbar kir û got: Tuncel 16 caran bangeşeya terorê kiriye û divê bi 145 salan were sizadan.
Ji aliyê xwe ve, parêzerên Tuncel û Kişanak li dijî daxwaza Dozgerê Giştî derketin û dadgehê doza Kişanak û Tuncelê ji bo 8ê Berçileyê paş xist.
N.OTop of Form