Xwepêşander li kêlgeha petrola Besrayê kom bûne
Jêderekî ji polîsa Besrayê ragihand, xwepêşandan li wê parêzgehê dest pê kiriye û xwepêşander li nêzîk deriyê kêlgeha petrolê ya Zubêr kom bûne.
K24 – Navenda Nûçeyan
Jêderekî ji polîsa Besrayê ragihand, xwepêşandan li wê parêzgehê dest pê kiriye û xwepêşander li nêzîk deriyê kêlgeha petrolê ya Zubêr kom bûne.
Li gor ajansa “Reuters” zêdetir ji 250 xwepêşanderî li ber deriyê sereke yê kêlgeha Zubêr kom bûne û nerazîbûna xwe dirdibirin.
Ev di demekê de ye, çend roj in ji ber derketina alozî û pevçûnan di navbera xwepêşanderan û polîsan de, qedexeya çûnûhatina otombîlan li parêzgeha Besrayê hatibû ragihand û îro bi awayekî nîvço hate vekirin.
Ji aliyekî din ve, berpirsên kêlgeha Zubêr a petrolê ragihandin, berhemanîna petrolê asayî ye û kompanyaya Îtalî “ENI” karê xwe tê de dike.
Bi sedema kêmbûna ava vexwarinê û kehrebeya niştimanî û zêdebûna bêkariyê di nava rêza xortan de, hefteyek e xwepêşandan li parêzgehên başûrê Iraqê dest pê krine.
Bi armanca belavkirina xwepêşanderan, hêzên ewlehiyê li tevahiya bajar û bajarokê başûrê Iraqê ketine amadebaşiyê.
Ji ber pevçûnên di navbera hêzên ewlehiyê û xwepêşanderan de, ta niha zêdetir ji 10 ksan ji xwepêşander û polîsan hatine kuştin û nêzîkî 250 welatiyên din jî birîndar bûne.
S. B