Xwepêşanderên Îranê hewla şewitandina dibistaneke olî didin
Xwepêşanderên Îranê li bajarê Kerec êrîşî ser dibistaneke olî kirin û hewl dan wê bişewitînin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Xwepêşanderên Îranê li bajarê Kerec êrîşî ser dibistaneke olî kirin û hewl dan wê bişewitînin.
Li gor nûçeya ajnsa “Fars” Rêvebirê Dibistina Olî “Emîr el-Mominîn” Hucet Îslam Hîndiyanî li ser wê êrîşê got, şeva bûrî demjimêr 20:00 hejmarek ji xwepêşanderan êrîşî ser wê dibistanê kirin û hewla şikandina deriyan û şewitandina wê dan.
Wî rêveberî aşkere kir, 500 kesî ku diruşm li dijî sîstema Îranê digotin, êrîşî ser wê dibistanê kirin, lê polîsan ew xwepêşander belav kirin û hejmarek ji wan jî girtin.
Hat ragihandin, xwepêşanderan bi keviran êrîşî ser dibistana îslamî kirin û ziyanên madî gihandin wê dibistanê.
Welatiyên Îranê bi gotina diruşmên “Mirin ji Dîktator re” li Bajarê Esfehan, Şîraz, Meşhed û Tehranê derdikevin xwepêşandanan. Desthilatdarên Îranê jî Amerîka, Siûdiye û Îsralê tometbar dikin, ku li pişt wan xwepêşandanan e.
S. B