Rûhanî: Amerîka nekarî Ewropa li dijî me bikar bîne

Hesen Rûhanî: Daxuyaniyên Trump derbarê amadebûna wî ji danûstendinan re li gel Îranê, tenê şerekî derûnî ye û baweriya me bi Amerîka nayê.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Piştî ku serokê Amerîka Donald Trump biryara sepandina sizayan li dijî Îranê îmze kir, serokê Îranê Hesen Rûhanî ragihand, ku Amerîka dixwaze bi van sizayan bandorê li ser gelê Îranê bike û dixwaze tevliheviyê li welat çêbike.

Hesen Rûhanî diyar kir, ku Amerîka nekarî welatên Ewropa li ser dijatiya Îranê razî bike û got: Trump xwe ji danûstendinan vedidize û piştî sepandina sizayan, danûstendin bên kirin jî wê bê mifa bin.

Rûhanî zelal kir, ku daxuyaniyên Trump derbarê amadebûna wî ji danûstendinan re li gel Îranê, tenê şerekî derûnî ye û got: Baweriya me bi Amerîka nayê.

Îro serokê Amerîka Donald Trump, li ser yasaya sepandina sizayên nû li dijî Îranê îmze kir û ragihand, ku ew amade ye rêketineke nû li gel Taranê bike.

Îdara Amerîkî ragihand, ku Îran li ser piştevanîkirina terorê li navçeyê û çêkirina tevliheviyê li Rojhilata Navîn berdewam e.

Diyar jî kir, ku sizayên nû bizaveke bihêz in ji bo qeliskirina Îranê û biryar e sibe ji demjimêr 4ê sibehê ve ew sizana bikevin warê bicîkirinê de.

Herwiha Îdara Amerîkî tekez kir, ku wan bereyek ji 20 welatan pêk aniye, daku armanca sizayan biser bixin û ewê bizavan bikin, daku perpêdanê ji ser Îranê bibirrin.

N.O